Kemal Kerkûkî: Heşda Şebî amadekariya êrişek nû dike
Fermandeyê Pêşmerge li eniya rojavayê Kerkûk-Pirdê, Kemal Kerkûkî diyar kir ku ferman bo hêzên Iraqî û Heşda Şebî hatiye dayîn ku xwe bo şerê Pêşmerge amade bikin.
Kemal Kerkûkî her wiha got, em naxwazin şer derkeve lê eger wan êriş bikin Pêşmerge amade ye bersiv bide û mîna şerê Pirdê, Mexmûr û Zumarê li wan bike.
Wî fermandeyê Pêşmerge anî ziman ku ti kes û hêzek nikare gelê Kurdistanê teslîm bigire û got, çawa Sedam Husên bi dagîrkirina Kuwêtê rastî şikestinek mezin hat Iraq jî bi dagîrkirina deverên Kurdistanî dê rastî şikestinek mezin were.
