• Thursday, 19 February 2026
logo

Brîtanya lêdixebite danûstandinên Bexda û Hewlêrê dest pê bikin

Gulan Media November 1, 2017 Nûçe
Brîtanya lêdixebite danûstandinên Bexda û Hewlêrê dest pê bikin
Frank Beker balyozê Brîtanyayê yê Îraqê ku, bi minasibeta bidawîhatina wezîfeya wî weke balyozê Brîtanyayê li Îraqê û ji bona ku xatira xwe ji serokwezîrê Kurdistanê bixwaze serdanan Herêma Kurdistanê kir û roja sêşemê 31.10.2017ê li bajarê Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.

Beker sipasiya hikûmeta Kurdistanê kir ji bona wê piştgirî û hevkariya di dema karkirina wî de jê re hatiye kirin û got ku ew ji salên 90î ve dostînî bi Herêma Kurdisanê re heye.

Balyozê Brîtanyayê diyar kir ku ew bi cidî lêdixebitin rewşa heye aram bibe û Hewlêr û Bexda dest bi danûstandinan bikin û hemû pirsgirêkan li gor destûra bingehîn ya Îraqê çareser bikin û alozî, şidet û pevçûnan bidawî bînin.

Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku Frank Beker di kar û xebatên xwe yên nû de serkeftî be û daxwaz jê kir ku ew û hikûmeta Birîtanya di afirandina aqarek minasib ji bona destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê rola xwe bilîzin.

Serokwezîr tekîd li ser helwesta Herêma Kurdistanê kir ku her ji destpêkê ji bona destpêkirina danûstandinan digel Bexdayê berheviya xwe nîşan daye û Herêma Kurdistanê tu carî alîgira bikaranîna hêzê û pevçûna nebûye.

Barzanî bûyerên vê dawiyê bi bûyerên nexwestek wesif kirin û got ku pêdvî bû Bexdayê sebir bikraye û hewil bidaye bi danûstandin û lihevtêgihiştinê pirsgirêk çareser bikrane, lê tevî vêna jî herêma Kurdistanê ji bona destpêkirina danûstandinên cidî bi Bexdayê re amadeye û rola civaka navdewletî di xweşkirina aqarê destpêkirina diyaloga Bexda û Hewlêrê rolke giring e.

Top