• Thursday, 19 February 2026
logo

Partiyên Rojhilat daxwaza hevkariyê ji Amerîkayê dikin

Gulan Media November 1, 2017 Nûçe
Partiyên Rojhilat daxwaza hevkariyê ji Amerîkayê dikin
Rewşa ewlekariya herêmê û neseqamgîrbûna Başûrê Kurdistanê, bandorê li partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî dike. Lewma ew jî di nava amadebaşiyê de ne û daxwaza hevkariyê ji Amerîkayê dikin.

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji çalakî û siyaseta Îranê ya li Iraq û Başûrê Kurdistanê bi guman in. Bi nêrîna wan, yek ji armanca Îranê tinekirina tevger û mûxalefeta kurdî ye.

Endamê Deftera Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Mihemed Nezîf Qadirî di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “heta niha jî kiryarên Îranê yên li navçeyê kiryarên terorîstî ne. Teqîn in û di hemû waran de xirapkarî ye. Guvaşxistina ser aliyên siyasî ye ji bo gihiştina hedefên xwe. Herwiha lawazkirina opozîsyona Kurdistanê Rojhilat e.”

Partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê welatên Ewropayê û Amerîka ji rewşa xwe û metirsiyên Îranê yên li ser wan agahdar kirine. Lê ev yek ji bo wan ne bes e. Ji ber, bi nêrîna wan piştî hilweşandina rejîma Bees, Îranê desthilat û hejmûna xwe ya li Iraqê zêdetir kiriye, ku ev yek jî ji bo wan dibe metirsî.

Îranê beriya niha jî gelek caran gef li partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwarine lê berpirsên ewlekariya Başûrê Kurdistanê, ji bo parastina wan ew piştrast kirine.

Beriya çend rojekê hêzekî Heşda Şeibî, ku ji Îranê piştgiriyê digre, hatine navçeya Teqteqa Kerkûkê û nêzîkî navçeya Koyê ya Hewlêrê bûn, ku baregaha sereke ya çend partiyên Rojhilatê Kurdistanê li wir e.

Amerîkayê li dijî Îranê stratejiyeke nû daye pêşiya xwe û dixwaze hejmûna vî welatî ya li Iraq û Rojhilata Navîn kêm bike û wî vegerane nav sînorên xwe. Ev yek jî dibe ji bo partiyên Rojhilat bibe derfet.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Reza Keibî jî got: “Eger Amerîka bixwaze pêngaveke wiha biavêje Îranê bikişe nav sînorên wî, ev yek dê baweriyê bide aliyênd in jî. Hingî gel jî dikare li dijî Îranê bisekine, ku ew nekarin bişkînin.”

Vekişandina Îranê bi siyaseta Amerîkayê ve girêdayî ye lê hinek alî di wê baweriyê de ne, ku heta niha ji ber siyaseta Amerîkayê, Îran bi qazanc bûye.

Endamê Deftera Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) Kemal Kerîmî jî da xuyakirin: “Ti hêvî û bendewariyek me ji Amerîkayê nîne. Ji bo me ya giring ew e, ku Amerîka stratejiya xwe ji gotinê derbixe û bike pratîkî. Eger bi rastî jî Supaya Pasdaran terorîst dibînin, divê beriya hemû tiştan çalakiyên vê rêxistinê yên li derveyî sînoran rabigrin. Divê li Sûriye, Yemen û Iraqê pêşiyê lê bigrin.”

Partiyên Rojhilat li hêviye pêngavên nû yên siyaseta Amerîkayê ya li dijî Îranê û herwiha rewşa ewlekariya herêmê ne. Herdu jî bandorê li ser wan dike lê niha nezelaliyek mezin heye e.

Rudaw
Top