Kerkûk…Heşdî Şeibî piraniya çekdarên xwe li taxên kurdan bicîh kiriye!
Berpirsê leqê 3 yê PDKê li Kerkûkê Kawe Ehmed ji BasNewsê re ragehand, piştî dagirkirina Kerkûkê ya ji aliyê milîsên heşdî şeibî ve, çekdarên wan kiryarên gelek kirêt û xirab li dijî hemwelatiyan pêktînin û dest li ser malên xelkê de girtine û naha binkeyên partiyan dagir kirine û bi taybet jî binkeyên PDKê yên li Kerkûkê.
Kawe Ehmed ragehand, heşdî şeibî piraniya efserên kurd ên Kerkûkî ji kar dûrxistine û dixwazin hêzên ewlekariya Kerkûkê bi temamî bixin bin bandora xwe û li gor xwe ji nû ve rêkbixin.
Navborî ragehand, heşdî şeibî piraniya çekdarên xwe bi zirîpoş û tanqan ve li taxên kurdan bicîh kirine û bi dehan rawestgeh dinava bajar de bo tirsandina hemwelatiyên kurd danîne.
Basnews
