Serokê Fransayê bo Barzanî: Em rêzê ji rola te ya dîrokî re digrin
Koşka Elisseyê bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand: “Serokomarê Fransayê agahdarê biryara Serokê Herêma Kurdistana Iraqê birêz Mesûd Barzanî ye, ku biryar daye ji roja 1ê Mijdarê ve dest ji posta xwe berde. Serokomarê Fransayê rêzê ji rola dîrokî ya birêz Mesûd Barzanî digre. Serokomar herwiha rêz ji karên wî yên di şerê li dijî DAIŞê de digre, ku di vî şerî de p3eşmerge rolekî yekalîker dîtiye.”
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku peywendiyên kevn û kûr di Fransa û kurdên Iraqê heye û Fransayê herdem piştgirî daye hemû mafên kurdan di destûra Iraqê de hebin û tê destnîşankirin: “Hilbijartinên pêş dê reya demokrasiyê li Kurdistanê bihêztir bikin.”
Koşka Elisse ji hikûmeta federalî ya Iraqê û herwiha hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dike xwe ji operasyonên leşkerî yên li dijî hev dûr bigrin û bi berdewamî riya diyalogê hilbijêrin.
Daxuyanî herwiha dibêje: “Di hefteyên pêş de dê Fransa hewlên xwe yên ji bo berdewamkirina diyaloga di navbera aliyan de berdewam bike.”
Rudaw
