Balyozê Almaniya û Fransayê bi serokwezîr re rewşa dawiyê nirxand
Di civînekê de balyozên her du welatên Fransa û Almaniyayê tekîd li ser dostîniya welatên xwe bi Herêma Kurdistanê re kir û dilgiraniya xwe jî li hember alozî û pevçûnên navera Hewlêr û Bexdayê nîşan da û hat gotin ku wan serdana Herêma Kurdistanê kiriye da ji nêzîk haydarî rewşa wê bibin û hewila aramkirina rewşê bidin.
Her du welatan, Almaniya û Fransayê piştevaniya xwe ji bo destpêkirina danûstandinan û çareserkirina hemû pirsgirêkan li ser bingeha destûra Îraqê di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyar kir û tekîd li ser yekrêziya aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê jî kir.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya helwesta her du balyozan û dostînî û piştevaniya welatên wan, Fransa û Almaniyayê kir ku her ji destpêkê ve ew lêdixebitin daku ew alozî û pevçûn çênebin. Serokwezîr diyar kir ku Herêma Kurdistanê ji bona destpêkirina dalyalogê û çareserkirina tev pirsgirêkan hertim berhev bûye, lê Bexdayê rêya bikaranîna hêzê hilbijart û lêdixebite xwe li ser Herêma Kurdistanê feriz bike.
Barzanî diyar kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê tu carî nexwestiye û naxwaze jî alozî û pevçûn çêbibin û hertim xwe ji van karan parastiye. Serokwezîr got ku divê civaka navdewletî zêdetir zixtê li ser Bexdayê bike daku dest bi danûstandinan bike.
