• Thursday, 19 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Bikaranîna hêz û arteşê nikare pirsgirêkan çareser bike

Gulan Media October 31, 2017 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Bikaranîna hêz û arteşê nikare pirsgirêkan çareser bike
Wezîrê derve yê Brîtaniyayê, yekşemê 29.10.2017ê, telefona Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û Borîs Jonson wezîrê derve yê Brîtanyayê piştgiriya xwe û welatê xwe ji bo mafên gelê Kurdistanê di çarçoveya destûra Îraqê de nîşan da û pêşwazî li destpêşxeriya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bona destpêkirina danûstandinên navbera Hewlêrê û Bexdayê û rawestanidna hemû tevgerên leşkerî kir.

Jonson bi telefonê ji serokwezîrê Kurdistanê re got ku wî ji Heyder Ebadî serowkezîrê Îraqê xwestiye wextek ji bo destpêkirina diyalogê diyar bike û digel Herêma Kurdistanê dest bi danûstandinan bike û hemû pirsgirêkan li ser bingeha destûrê çareser bikin.

Wezîrê derve yê Brîtaniya rola serok Barzanî di cenga dijî DAÎŞê, xizmetkirina gelê Kurdistanê û rola di avakirina Îraqa nû de lîstî bilind nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya alîkarî û hevkariyên Brîtaniyayê ji bo herêma Kurdistanê û piştgiriya wezîrê derve û welatê wî ji bona destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina hemû pirsgirêkan li ser bingeha destûrê û dûr jiu bikaranîna şidetê kir.

Serokwezîr ji wezîrê derve yê Brîtaniyayê re got ku Herêma Kurdistanê bi tu awayî naxwaze pevçûn çêbibin û bikaranîna hêz û arteşê nikare pirsgirêkan çaresr bike û di berjewendiya tu aliyan de nîne

Top