• Thursday, 19 February 2026
logo

“Xewna Kurdistana serbixwe zindî ye û di dema hêrî nêzîk de ev dê pêk were.”

Gulan Media October 30, 2017 Nûçe
“Xewna Kurdistana serbixwe zindî ye û di dema hêrî nêzîk de ev dê pêk were.”
Parêzgarê Kerkukê Necmedîn Kerîm di axaftina xwe ya kanala CNNê de ji bo devjêberdana karê Mesûd Barzanî got: “Dema serokatiya Barzanî bidawî bûye. Berê soz dabû gelê Kurdistanê ku ew naxwaze ew dem bê dirêjkirin û xwe di hilbijartinên bê de hilnebijêre. Ev karekî asayî ye. Wî ala encamdana referandûmê bilind kir. Referandûm gelekî bi aştiyane hate kirin, lê mixabin karvedanên hikûmeta Iraqê û welatên cîran gelekî tund bûn. Lê xewna dewleta serbixwe ya Kurdistanê hîna zindî ye. Baweriya min a bihêz heye ku di dema herî nêzîk de Kurdistan rojek ji rojan bibe dewleteke serbixwe.”

Necmedîn Kerîm di berdewamiya axaftina xwe de got: “Berî referandûmê xwepêşandanên piştevaniyê hebûn. Ti aliyekî siyasî negot em li dijî referandûmê ne û piştevaniya referandûmê dikirin. Ew kesên li dijî referandûmê bûn, nikarîn 2 hezar kes kom bikirana. Me dizanî metirsî heye. Çûna ber bi serxwebûnê ne hêsan e. Me pêşbînî dikir encamên cudabûna ji welatekî ku 100 sal in zilmê li me dike, dê her wiha be, lê me pêşbînî nedikir ku dostên me û ew kesên bi hev re bergîrî li welatê xwe û welatên din dikir di şerê li dijî DAIŞê de, biçe sengerê stemkaran û piştevaniya wan bike.”

Kerîm di dirêjiya axaftina xwe de got: “Ev referandûm pêwîst e her bigihîje armancên xwe. Me hin navçe ji dest dan yên ku wek navçeyên dagîrkirî têne hesibandin, ne ku kêşe li ser in. Me çendî daxwaz dikir ji piştî referandûmê guftûgoyê bikin, lê wan red kir, lê gelê biryara xwe da.”

Waar.tv
Top