• Thursday, 19 February 2026
logo

Parlemanto bi yasayekê desthilatên serokatiya herêmê bi ser dezgehên giştî de dabeş dike

Gulan Media October 29, 2017 Nûçe
Parlemanto bi yasayekê desthilatên serokatiya herêmê bi ser dezgehên giştî de dabeş dike
Parlemantoya Kurdistanê îro dicive û di civînê de nameya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku arasteyî parlemanoyê kiribû tê xwendin û projeyek dabeşkirina desthilatên serokatiya Herêma Kurdistanê bi ser dezgehên giştî yên Herêma Kurdistanê de tê xwendin.

Di bernameya karê îro ya rûniştina parlemanoyê de, çend xal wek bernameya kar hatine destnîşankirin, ji wan jî ev in:

Yekem: Xwendina nameya Serokê Herêma Kurdistanê ya ku arasteyî palemantoyê kiriye.

Duyem: xwendina yeke projeyasaya (Dabeşkirina desthilatên serokatiya herêmê bi ser dezgehên giştî yên Herêma Kurdistanê)

Cîgira serokê firakisyona PDKê di Perlemantoya Kurdistanê de Emîna Zikrî ji K24ê re ragihand: "Serok Barzanî dest ji kar nekişandiye, ji ber ku di nameya xwe de ji bo Perlemantoya Kurdistanê ragihandiye ku ew naxwaze di postê xwe de berdewam be.

K24
Top