• Thursday, 19 February 2026
logo

Bi hezaran welatî ji bajar û bajarokên Kurdistanê bo piştgiriya Barzanî derketin xwepêşandanan

Gulan Media October 29, 2017 Nûçe
Bi hezaran welatî ji bajar û bajarokên Kurdistanê bo piştgiriya Barzanî derketin xwepêşandanan
Piştî ku, îro serok Barzanî peyameke vîdyoyî belav kir, tê de red kir li ser posta serokatiya herêmê berdewam bike, bi hezaran welatiyên bajar û bajarokên herêma Kurdistanê li dijî wê biryarê rijiyan ser cadeyan.

Îro, demijêr 8:00 êvarî bi hezaran kes ji bajarê Hewlêr, Dihok, Soran, Zaxo û çendîn deverên din ên herêma Kurdistanê li dijî biryarê û neqebûlkirina Barzanî ji posta serokatiyê rijiyan ser cadeyan.

Duh, serok Barzanî peyamek bo parlamentoya Kurdistanê rêkir û îro di civîna asayîya parlamentoyê ew peyam hate xwendin, piştî wê di peyameke vîdyoyî de Barzanî tekez kir ku, ew di posta xwe de weke serokê herêma Kurdistanê berdewam nabe û got ku, ew dê weke pêşmergeyek di nav cemawerê xwe de bergiriyê ji xaka welatê xwe re bike û destkefên Kurdistanê biparêze.

Basnews
Top