Kiristyanên rûniştvanên Tilisqof, sala 2014an bi sedema êrîşa DAIŞê li ser navçeyê, ji navçeyên xwe mişext bûn, lê piştî ku hêzên Pêşmerge navçeyên wan kontrol kirin dubare vegeriyan cihên xwe û jiyaneke nû destpê kirin, vê dawiyê jî piştî êrîş û topbarana Heşda Şeibî, careke din welatiyên kiristyan mişext bûn û niha ew daxwaza piştevaniya navdewletî dikin û dibêjin ku ew dixwazin bi aramî bijîn.