• Thursday, 19 February 2026
logo

Ji Partiyên Kurdistanî piştgirî ji bo Başur

Gulan Media October 28, 2017 Nûçe
Ji Partiyên Kurdistanî piştgirî ji bo Başur
Li Amedê 5 partî û rexistinên Kurdistanî ji bo piştgiriya xwe ya ji bo Başurê Kurdistanê nişanbidin xwestin ku li holeke teybet daxuyanîyekê bidin.

Belê polisan destur nedan û wan jî daxuyanîya xwe li navenda Partîya Azadiya Kurdistanê (PAK)ê dan çapemenîyê.

Daxuyanî li ser navê partiyan serokê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê-Bakur Sertaç Bucak xwend. piştî daxuyanîyê kesên beşdarbuyîn li taxa ofisê mizgefta ofisê piştî nimêja İnê ji bo şehidê Kurdistanê merasimeke temsili pêkanîn.

Basnews
Top