• Thursday, 19 February 2026
logo

Parlamentera turkmen Muna Qehweçî: Heşda Şeibî zordariyê li turkmenên Kerkûkê dike

Gulan Media October 28, 2017 Nûçe
Parlamentera turkmen Muna Qehweçî: Heşda Şeibî zordariyê li turkmenên Kerkûkê dike
Endama turkmen ya parlamentoya Kurdistanê Muna Qehweçî dibêje, çekarên Heşda Şeibî li Kerkûkê zorê li wan turkmenên ku piştevaniya referandoma serxwebûna Kurdistanê kiribûn, dike.

Parlamentera turkmen Muna Qehweçî li ser rewşa bajarê Kerkûkê, ku ji aliyê Heşda Şeibî û pasdarên Îranê ve hatiye dagîrkirin, ji BasNewsê re got, rewşa Kerkûkê gelekî xirab e. Çekdarên Heşda Şeibî zilm û zorek mezin li wan turkmenên ku piştevanî dabûn referandoma serxwebûna Kurdistanê, dikin.

Muna Qehweçî her wiha got, turkmenên sunnî yên Kerkûkê di bin zilm û zordariya şîeyan de ne û saziyên mafên mirov jî bi dehan belgeyên binpêkirina mafên turkmenên sunnî kom kirine.

Parlamenterê kurd li parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah jî li ser rewşa Kerkûkê ji BasNewsê re got, çekdarên Heşda Şeibî bajar gelekî aloz kirine û fişarek mezin li turkmen û kurdên ku piştevaniya referandomê kiribûn, dikin.

Basnews
Top