• Thursday, 19 February 2026
logo

NY: Ji Kerkûk û navçeyên din 175 hezar kes koçber bûn

Gulan Media October 28, 2017 Nûçe
NY: Ji Kerkûk û navçeyên din 175 hezar kes koçber bûn
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, ku ji ber pevçûnên di navbera hêzên ewlekariya Iraqê û hêzên pêşmerge de, zêdetirî 175 hezar kes navçeyên xwe bicîh hiştine û berê xwe dane parêzgahên Hewlêr, Duhok û Nînowayê.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ferhan Heq di daxuyaniyeke çapemeniyê de got: “Ji ber şer û pevçûnên di navbera hêzên ewlekariya Iraqê û pêşmerge de, zêdetirî 175 hezar kesan malên xwe bicîh hiştine û berê xwe dane Hewlêr, Duhok û Nînowayê.”

Ferhan Heq eşkere kir, ku tîmên hawarçûnê ji nêzîk ve rewşê dişopînin û li hember egera koçberbûna hejmareke zêdetir a nîştecihên navçeyên nakok jî tedbîran distînin.

Roja 16ê Cotmehê Heşda Şeibî û artêşa Iraqê êrîş kirin ser Kerkûk, Xurmato û navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê. Ji ber êrîşa hêzên iraqî bi hezaran welatî koçber bûn.

Rudaw
Top