• Thursday, 19 February 2026
logo

Tillerson ji Ebadî re got: “Hûn Ereb in, ne Faris in”

Gulan Media October 27, 2017 Nûçe
Tillerson ji Ebadî re got: “Hûn Ereb in, ne Faris in”
Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re got: “Hûn Ereb in, ne Faris in”

Wezîrê Derve yê Amerîka duh li Cenêvê di konferanseke rojnamevanî de bersiva rojnamevanan da. Tillerson got: “Pêwîst e Iraq li hember hejmûna Îranê raweste.”

Tillerson amaje bi wê kir, Amerîka daxwaza hilweşandina pêwendiyên di navbera Iraq û Îranê de nake, lê divê Iraq pişta xwe bixwe bibeste û baweriya we bi we hebe.”

Wezîrê Derve yê Amerîka got: “Iraqî Ereb in, ne Faris in, heger Şîe bin yan jî Sune. Siûdiye girîngiyê dide pêwendiyên bi Iraqê re, ji ber ku pêwendiyên biratiyê yên kevin di navbera wan de hene.

Derbarê aloziya di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de, Tillerson nîgeraniya welatê xwe derbarê rewşa heye de nîşan da û got: Amerîka dostê Iraqê û yê Herêma Kurdistanê ye.

Tillerson diyar kir, welatê wî amade ye navbênkariyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bike û daxwaz ji Ebadî kir, destpêşxeriya hikûmeta Herêma Kurdistanê qebûl bike.

K24
Top