• Thursday, 19 February 2026
logo

Şîrketên rapirsiyê: AK Partî ji ber dijberiya Başûr dengê Kurdan wenda dike

Gulan Media October 27, 2017 Nûçe
Şîrketên rapirsiyê: AK Partî ji ber dijberiya Başûr dengê Kurdan wenda dike
Gelo helwesta hikumeta Tirkiyê ya li dijî Herema Kurdistanê dê bandoreke çawa li ser dengên AK Partiyê bike? Tê gotin, ku li gorî hinek rawejkarên Erdogan ev siyaseta ku hikumet dimeşîne dê dengên AK Partiyê zêde bike. Ji ber ku ev siyaset li ser Kurdan zêde bandoreke neyine nake. Lê hinek rapirsiyan derxist holê ku ji sedî 25ê dengdêrên Kurd ji ber helwesta hikumetê ji AK Partiyê dûr dikevin.

Di kulîsên Enqerê de tê gotin ku hinek ji rawêjkarên serokomarê Tirkiye Erdogan jê re gotine ku ev siyaseta tûnd a hikumetê ya li dijî Herêma Kurdistanê dengên AK Partiyê zêde dike. Li gorî wan bi vê siyasetê herî zêde derdorê ji sedî 3 ên dengên Kurdan ji dest diçin. Lê li beramberî wê di nav neteweperestên Tirk de jî derdorê ji sedî 6 ên dengan zêde dibin.

Lê di vî warî de nêrînên serokên kompanyayên rapirsiyan ji hev cûda ne. Li gorî OPTİMARê ev siyaseta hikumetê li ser Kurdan zêde bandoreke neyîni nake.

Serokê OPTÎMARê Hîlmî Daşdemîr ji Rûdawê re got: “Aciziyek heye. Lê ew ne aciziyeke ewqas mezin e. Eger kêşeyeyek hebe jî ti ciyê ku dengdêrên Kurd herinê jî nîn e. Ji bo Tirkan jî Kurdan jî elewî an sûniyan jî AK Partî qadeke hevpar e.

Lê li gorî kompanyaya ANKETXANEyê jî ji sedî 25ê dengdêrên AK Partiyê yên Kurd ji siyaseta hikumetê acîz bûne.

Serokê ANKETHANEyê Nûman Baktaş ragihand: “Derdorê ji sedî 20 an 25 ên dengdêran li Barzanî hurmetê digirin, wî weke terorîst nabînin û wî weke serokê dewletê bi nav dikin. Van kesan ji ber ku navbera hikûmetê û Barzanî baş bû piştgiriya hikûmetê dikirin. Îro ji bo van dengdêran hilweşîna xeyalan heye, ew jê qut dibin.”

Di sala 2019an de li Tirkiyê ji bo şaredarî, parlamento û serokomartiyê dê sê hilbijartin bên lidarxistin.

Rudaw
Top