Barzanî beşdarî taziya cîgirê berê yê serokê PDKê bû
Îro yekemîn roja merasima serxweşiyê ya Elî Ebdullah li Mizgevta Celîl Xeyat a Hewlêrê birêve çû.
Ji bilî Serok Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hejmareke din ên berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rayedarên partiyên siyasî jî beşdarî taziya Elî Ebdullah bûn.
Roja sêşemiya vê heftiyê 24ê Cotmehê Elî Ebdullah di temenê 95 saliyê de li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê koça dawî kir.
Elî Ebdullah di kongreya 9 a PDKê de ku sala 1979ê li gundê Zêwe ya devera Mirgever a ser bi bajarê Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê hat sazkirin, weke Sekreterê PDKê hatibû diyarkirin û di kongreya dehem de jî ku sala 1989ê hatibû sazkirin, weke Cîgirê Serokê PDKê hatibû hilbijartin û heta kongreya 13ê di heman posta xwe de ma.
