• Thursday, 19 February 2026
logo

Pêşmergey êrşeka heşdê li Pirdê paşvebir

Gulan Media October 26, 2017 Nûçe
Pêşmergey êrşeka heşdê li Pirdê paşvebir
Haşdî Şabî û hêzên iraqî li Pirdeyê dîsa êrişî çeperên pêşmergeyên Kurdistanê kir, di êrişê de 9 milîsên Haşdî Şabî hatin kuştin.

Wekî tê zanîn hêzên iraqî û Haşdî Şabî di 20ê Cotmehê de jî êrişî sengerên Pêşmerge kiribû û li gorî daxuyaniyên fermandarên Pêşmerge piştî derbeyên giran neçar mabû vekişe.

Fermandarê Pêşmerge yê êniya rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî di axaftina xwe de got: “Haşdî Şabî li eniya Pirdeyê êrişî hêzên Pêşmerge kir, Pêşmerge hemû êrişên wan têkşikandin. Di pevçûnan de 9 milîsên Haşdî Şabî jî hatin kuştin.

Got jî: Piştî şikandna wê êrişê, mîlîşyayan bizav kir xwe vedizin sengerên pêşmergey, lê bizavên wan bê encambûn û pêşmergey bi dijwarî bersiva wan da û niha jî şerr bi top û hawnan berdewame.

K24
Top