• Thursday, 19 February 2026
logo

Tehran…Ebadî û Xamineyî civiyan!

Gulan Media October 26, 2017 Nûçe
Tehran…Ebadî û Xamineyî civiyan!
Li gor raporta çapemeniya fermî ya Îranê îro serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Tehranê li gel rêberê Îranê Elî Xamineyî civiya.

Ebadî şeva borî piştî serdana Tirkiyê geheşt Tehranê û ji aliye wezîrê pîşesazî ya Îranê Mihemed Şerîetmedarî ve hate pêşwazî kirin.

Biryare piştî civîna li gel Xamineyî li gel serokomarê Îranê Hesen Ruhanî û serokê parlamentoya Îranê Elî Larîcanî jî bicive.

Ew serdan û hevdîtinin serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî yên Erebistana Siûdî, Tirkiye û Îranê piştî êrîşa çekdarên heşdî şeibî ya bi piştgiriya sipaha pasdaran a li ser Kurdistanê pêkhat, ku naha jî şer li çend eniyan, li Zummar û Pirdê berdewam e.

Basnews
Top