• Thursday, 19 February 2026
logo

Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek belav kir!

Gulan Media October 22, 2017 Nûçe
Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek belav kir!
Wezareta Pêşmerge ya herêma Kurdistanê ragehand, bi armanca wergirtina rênmayî û perspektîfên pêwîst, daxwaz li xwebexşan dikin serdana yekeya 80ê ya Pêşmerge li Quştepe bikin.

Daxuyanî waha ye:

Em dizanin hemû ciwanên gelê Kurdistanê berdewam bi coş û kelecaneke mezin piştgirî û alîkarê Pêşmerge û berevaniya li ax û niştiman in û di rojên herî zehmet û giran de xwebexş jî pir bi serbilindî ve cîhê rêz û pêzanîn in. Lê em hemû xwebexşan agahdar dikin ku bo bi awayeke herî baş xwe birêxistin kirin û rê girtina li diyardeya nerênî û xirab, bo berjewendiyên giştî û parastina giyan û canê xwebexşan, em pêwîst dibînin ku bernameyek rast ve rol û erkê xwebexşan diyar bikin.

Ji bo vê armancê jî daxwaz li hemû xwebexşan dikin, navên xwe binivsînin û li binkeya fermandariya Kerkûkê li Quştepe ya ser bi yekeya 80ê ya hêzên Pêşmerge û rênmayiyên pêwîst werbigrin, ku dê çawa beşdariya pêwîst bikin.

Herwaha em daxwaz dikin di dema pevçûn û pêşketineke şer de, bi ti awayekê neçin cîhê şer û li gel hêzên Pêşmerge têkel nebin.

Li gel rêz û pêzanîn bo helwêsta we ya fedarî

Wezareta Pêşmerge

22.10.2017

Basnews
Top