• Thursday, 19 February 2026
logo

Heşda Şeibî gef li Erdogan xwar: Emê derbeya mirinê li te bidin

Gulan Media October 22, 2017 Nûçe
Heşda Şeibî gef li Erdogan xwar: Emê derbeya mirinê li te bidin
Berpirsê Peywendiyên Tevgera Ensallah El-Ewfiyaiyê Hesen Pilayze gef li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan xwar û got, heger hêzên Tirkiyê ji Iraqê dernekevin, ew dê derbeke giran li wan bidin.

Hêzên Heşda Şeibî yên ku ketine nav Kerkûkê vê carê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kirin hedefa xwe. Heşda Şeibî vîdeoyek nû belav kir û tê de dibêje divê hêzên Tirkiyê ji xaka Iraqê derbikevin yan êw dê derbeyên giran li wan bidin.

Di vê girtevîdeoyê de wiha tê gotin:

“Bismillahîrahmanîrahîm wessalatû wesselamû ala seyyîdina we ala Elî Mihemed;

Ez li ser navê xwe, li ser navê tevahiya iraqiyan û taybetî jî li ser lehengên Heşda Şeibî vê peyamê ji Seromarê Tirkiyê Erdogan re dişînim. Bila demildest hêzên xwe yên li Iraqê paşve vekişînin. Heger vê yekê neke welehî û bilehî bersiva me dê gelek tund be. Lewma bila zû hêzên xwe ji vê xaka pîroz vekişîne.

Li ser navê Xwedayê mezin soz didim heger tu ve yekê nekî emê weke lehengên iraqî derbeya mirinê li de bixin. Taybetî lehengên Heşda Şeibî dê derbeya mirinê li te bidin. Em êdî berpirsiyariyê wê li ser xwe nagirin çimkî me hişyarî da te. Ji ber vê yekê hêzên xwe vekişîne.

Birayê we yê mucahîd (tekoşer) pisporê teqemeniyan Hesen Pilayze ji Ofîsa Leşkerî ya Tevgera Ensallah El-Ewfiyaiyê. Esselamu aleykum we rahmetullah we berekatuhû”

Hesen Pilayze kî ye?

Hesen Pilayze Berpirsê Peywendiyên Tevgera Ensallah El-Ewfiyaiyê ye, beriya çend rojan li avahiya Encûmena Parêzgariya Kerkûkê gel li Kurdan xwaribû û heqaret kiribû. Hesen Pilayze gotibû kurd hevpeymanên Amerîka û Israîlê ne.

Hat zanîn ku Hesen Pilayze di destpêka meha cotmehê de weke Berpirsê Peywendiyên Tevgera Ensallah El-Ewfiyaiyê hatiye destnîşan kirin û beriya wê jî weke pisporê pûçkirina teqemeniyan kar kiriye.

Heta niha Hesen Pilayze li ser medyaya civakî nêzîkî 10 vîdeo belav kiriye û tevahiya girte vîdeoyan de heqaretê li Kurdan û Hêzên Pêşmerge dike.

Hesen Pilayze di vîdeoyekê de ligel Cîgirê Fermandeyê Heşda Şeibî Ebû Mehdî tê dîtin ku kesekî nêzîk Îranê ye. Ev vîdeo jî dide xuyandin ku Peywendiyên Hesen Pilayze ligel Heşda Şeibî hene.

Rudaw
Top