YNK daxwaz ji alîgirên xwe li Ewropayê kir beşdarî xwepêşandanên piştgiriya Kurdistanê nekin
Li gor belgenameyek ku, nivîsîneke fermî ya rêxistina YNK li Ewropa û wêneyeka wê giheştiye BasNewsê tê de YNK daxwaz ji hemû û alîgirên xwe li Ewropayê kiriye bi ti awayî beşdariyê di xwepêşandanên welatên Ewropayê de bo piştgiriya pêşmerge û Kurdistanê nekin.
Ew nivîsîna YNK di demekê de tê ku, duh Înê 20.10.2017 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji Kurdistaniyên Ewropa û Amerîka kir dest bi xwepêandanan bo piştgiriya Kurdistanê bikin li dijî êrîşên Heşda Şeibî pasdarên Îranê li ser xaka Kurdistanê.
Basnews
