Pentagonê bilindkirina wêneyên Ebdella Ocelan li Reqa şermezar kir
Adiryan Galawî diyar kir, ew bilindkirina wêneyên Ebdella Ocelan li Reqayê şeremezar dike û welatê wî piştevaniya Tirkiyê dike di şerê wê yê li dijî PKKê.
Galawî eşkere kir, ku Hêzên Sûrya Demokrat li ser rakirina wî wêneyî ne razîbû.
Berî du rojan Yekîneyên Parastina Jinê YPJ bi helkefta kontrolkirina Reqa ahengek lidar xistibû û têde wêneyekî mezin yê rêberê PKKê Ebdella Ocelan bilind kirbû, ku ew yek bibû cihê nerazîbûna berpirsên Tirkiyê.
K24
