• Thursday, 19 February 2026
logo

Pavil Talebanî: 38 endamên serkirdatîya YNKê rêkketina Kerkûkê îmza kirîne

Gulan Media October 22, 2017 Nûçe
Pavil Talebanî: 38 endamên serkirdatîya YNKê rêkketina Kerkûkê îmza kirîne
Pavil Talebanî çendîn zanyarî derbarey rêkketina YNKê di gel mîlîşyayên Îraqî û pasdarên Îranê eşkera kirin.
Pavil Talebanî, çendîn zanyarî derbarey rêketina radestkirina Kerkûkê ji alîyê hêzên Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê ve ji bo ajansa Frans 24 eşkera kirin û amaje kir; 38 endamên serkirdatîya YNKê ji sercemê 50 endaman, rêkketin îmza kirbû.
Pavil Talebanî kurê mezin yê Mam Celal, desthebûna YNKê bi rêkketina radestkirina Kerkûkê ret nekir, her çende referandom jî bi yek ji egeran bi navkirin.
Daxoyanyên Pavil Talebanî di demekî dane ku Kusret Resûl ‘Elî, cêgirê serokê Herêma Kurdistanê û cêgirê yekê yê skirtêrê giştî yê YNKê û herwisa Necmedîn Kerîm, parêzgarê Kerkûkê berî niha ragihandibûn; Biryara radestkirina Kerkûkê bêy şerr, ji alîyê Pavil Talebanî û jimareka din ya kesên nêzî wî hatîye dan.

Waar.tv
Top