• Thursday, 19 February 2026
logo

Şewitandin û talankirina mal û xaniyên Kurdên Xurmatû berdewam e

Gulan Media October 18, 2017 Nûçe
Şewitandin û talankirina mal û xaniyên Kurdên Xurmatû berdewam e
Endamê encûmena parêzgeha Selahedîn Mele Hesen ji Kurdistan24ê re ragihand: "Heşda Şeibî berdewam e li ser şewitandin û teqandina xanî û malên Kurdên Xurmatû."

Herweha got: "Em daxwazê ji xelkê Kurdistan û civaka navdewletî dikin bi hewara mişextên wî bajarî ve bên û alîkariya wan bikin."


Bi sedema rêketina hejmarek ji berpirsên serbazî û emnî yên aliyekî siyasî Kurdî, roja 16ê cotmehê, Xûrmatu û Kerkûk û navçeyên din yên wê parêzgehê, radestî Heşda Şeibî û hêzên Iraqî hatin kirin û wek tolekirinê li wan Kurdên xwebexş ku dixwestin pabendî biryara radestkirina navçeyên xwe nebin û berevaniyê di ber Kurdistaniyet û kurdbûna xwe bikin, niha Heşda Şeibî û Heşda Turkmanî tolê li wan dike û malên wan dişewitînin û talan dikin û bi hezaran kes ji navçeyên xwe mişext bûne û di rewşeke xirab de dijîn.

Herweha li Kerkûkê jî Heşdê û alîkarên wê êrîşî taxên Kurdan kirin û dest bi pişkinîn û derxistina jin û zarokan kirin.

K24
Top