Şah Selman daxwaza destpêkirina diyalogê di navbera Hewlêr û Bexdayê dike
Li gorî ajansa fermî ya Erebistanê, şah Selman duh piştî ku çekdarên Heşda Şeibî bi alîkariya pasdarên Îranê bajarê Kerkûkê dagîr kirin, bi telefonê ligel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî axivî.
Hat gotin ku şah Selman daxwaz ji Ebadî kiriye mafên gelê Kurdistanê bide û bi Hewlêrê re dest bi diyalogê bike.
Basnews
