• Thursday, 19 February 2026
logo

Heşda Şeibî gihişte Deriyê Perwêzxan

Gulan Media October 17, 2017 Nûçe
Heşda Şeibî gihişte Deriyê Perwêzxan
Hêzên Heşda Şeibî piştî çûne nav navçeya Xaneqînê, ji wir xwe gihandine deriyê sînorî yê Perwêzxanê ya di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de.

Peyamnêrê Rûdawê li Xaneqînê Helo Mihemed ragihand, ku piştî ku pêşmerge hêzên xwe ji Gulale û Xaneqînê vekişand, hêzên Heşda Şeibî îro demjimêr 07.00ê danê sibê hatine nav Xaneqînê.

Peyamnêrê Rûdawê got: “Xala balkêş ew e, ku hêzên Heşda Şeibî sînorên madeya 140 jî derbas kirine û ber bi navçeya Kelarê ve tên. Ti hêzek jî nîne li hember wan bisekine.”

Hikûmeta Îranê beriya çend rojan deriyê Perwêzxanê jî weke deriyênd in ji hatinçûnê re girtibû.

Deriyê Perwêzxan, dikeve navbera navçeyên Xaneqîn a herêma Germiyan a Başûrê Kurdistanê û navçeya Qerê Şîrîn a parêzgeha Kirmanşan a Rojhilatê Kuridstanê.

Ev derî di sala 2010ê de vebû û sala 2011ê de bû deriyekê navneteweyî.

Rudaw
Top