Mogrînî: Rewşa Kerkûkê cihê dilgiranîya meye
Fidrîka Mogrînî berpirsa karên derve ya yekîtîya Ewropayê di beşekê pirêskonferansê xwe da behsa êrişa mîlîşyayên Heşda Şe’bî û supayê Îraqê li ser bajarê Kerkûkê kir û got; Ew nûçeyên wan goh lê bûyîn cihê dilgiranîya wane û ew dê piştî konferansê xwe peywendîyê bi serokwezîrên Îraqê Heyder ‘Ebadî bike û dê rewşa wî bajarî û dawî pêşhatên referandoma serxwebûna Kurdistanê gotubêj bike.
Waar.tv
