• Thursday, 19 February 2026
logo

ŞINGAL - Pêşmergeyên êzidî û Heşda Şeibî lihev kirin

Gulan Media October 17, 2017 Nûçe
ŞINGAL - Pêşmergeyên êzidî û Heşda Şeibî lihev kirin
Fermandeya Mîhwera Rojavayê Dîcleyê ragihand, ku li ser parastina navçeya Şingalê pêşmergeyên êzidî û Heşda Şeibî rêkeftine.

Çekdarên Heşda Şeibî îro (17-10-2017) bêyî teqe bi piştgiriya Artêşa Iraqê ketine navenda navçeya Şingalê.

Fermandeya Mîhwera Rojavayê Dîcleyê ya Hêzên Pêşmerge bi daxuyaniyekê ragihand, ku pêşmergeyên êzidî û grûbên Heşda Şeibî li ser parastina Şingalê li hev kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ku herdu aliyan ji bo şer çênebe û xwîn nerije, li hev kirine û êzidiyên nav Heşda Şeibî çûne nava Şingalê.

Hêjayê gotinê ye, ku hejmara pêşmergeyên êzidî 8 hezar kes in û fermandeyiya Şingalê pêk tînin.

Piştî kontrolkirina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê ve, îro danê sibê van hêzan berê xwe dane Şingalê. Hêzên Pêşmerge jî beyî teqe ji nevçeyê derketin.

Rudaw
Top