• Thursday, 19 February 2026
logo

Ji Goranê banga Kerkûkê

Gulan Media October 16, 2017 Nûçe
Ji Goranê banga Kerkûkê
Tevgera Goran ji hêzên iraqî û Heşda Şeibî xwest ku ji Kerkûk derbikevin.

Tevgera Goran derbarê bûyerên li bajarê Kerkûkê û derdora wê rû didin de daxuyaniyek da û tê de ji civaka navnetewî xwest ku rê nedin hikûmeta Iraqê û hêzên Heşda Şeibî li ser xelkê bajêr bibin gef.

Goran ji Hikûmeta Iraqê dixwaze ku herêmên kontrol kirine bila radestî Hêzên Pêşmerge bike.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku bila xwîna kesî neyê rijandin û pirsgirêk bi rêya gotûbêjan bê çareserkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Ji ber giştpirsiya ne demê xwe de hatiye encamdandan YNK û PDK bûne sedem deskeftiyên xelkê Kurdistanê bikevin di bin metirsiyê de.”

Herwiha Goran radigihîne ew amadene ji bo berjewendiyên niştîmanî gotûbêjan bikin.

Rudaw
Top