• Thursday, 19 February 2026
logo

Bi fermana baskeke YNKê ve bi temamî Xurmatû bo Heşdî Şeibî hat vala kirin!

Gulan Media October 16, 2017 Nûçe
Bi fermana baskeke YNKê ve bi temamî Xurmatû bo Heşdî Şeibî hat vala kirin!
Bi fermana beşek ji YNKê, Pêşmerge bi temamî li Xurmatû hate vekêşandin û rûniştvanên kurd ên bajar daxwaza hawar hatinê dikin û metirsî li ser jiyana wan heye.

Berpirsê leqê Germiyanê PDKê Ekrem Salih amaje bi vê yekê dike ku Xurmatû hate vala kirin û tax û kolanên kurd bi temamî ketin dest milîsên Heşdî Şeibî. Herwaha got, Heşdî Şeibî dest bi talan kirin û şewitandina malên xelkê kirine.

Ji aliyê din ve berpirsê hêzên xwebexş li Xurmatû Hacî Zuhdî ji BasNewsê re ragehand: ‘’avahiya qaymeqamî û malbenda YNKê û çend cîhên din li Xurmatû hatine girtin û naha dervey xwebexşan li Xurmatû Pêşmerge nemaye.’’ Herwaha amaje bi vê yekê jî kir, ew heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê dê berevaniyê li Kurdistanê bikin.

Basnews
Top