• Thursday, 19 February 2026
logo

Heşda Şeibî çû nav taxên kurdan li Xurmato

Gulan Media October 16, 2017 Nûçe
Heşda Şeibî çû nav taxên kurdan li Xurmato
Rêveberiya Asayîşa Xûrmato ragihand, ku ji ber paşde vekişandina hinek yekîneyên pêmergeyan, hêzên Heşda Şeibî çûne nav taxên kurdnişîn ên navçeyê.

Rêveberê Asayîşa Xurmatû Kawa Mele Perwêz ji Rûdawê re ragihand: “Ji ber paşde vekişandina hinek yekîneyên pêşmerge, çekdarên Heşda Şeibî ketine nav taxên kurdan.”

Kawa Mele Perwêz got: “Em berevaniyê dikin lê mixabin hinek yekîneyên pêşmerge çeperên xwe vala kirin û paşde vekişiyan. Ev jî bûye sedem, ku Heşda Şeibî bikeve nava taxên kurdan.”

Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ev çend roj bûn hêzeke zêde anîbû ser sînorê başûrê Kerkûkê û gefa kontrolkirina Kerkûkê dixwarin. Danê dibê ya roja 16-10-2017ê, Heşda Şeibî li başûrê Kekrûkê û Xurmato dest bi êrîşa ser hêzên pêşmerge kir.

Piştî şer û pevçûnan beşek ji pêşmergeyên ser bi YNKê ve hêzên xwe paşde vekişandin. Xelkê Kerkûkê li hember paşdevekişandina hêzên YNKê nerazîbûna xwe nîşan da û bi çekan daketin kolanan. Herwiha ji Silêmanî, Hewlêr û Duhokê jî hejmareke zêde ya xwe bexşan gihiştine Kerkûkê.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê ragihand, ku Heşda Şeibî bi çek û otomobîlên zirxpoş ên Amerîkayê êrîşê pêşmerge kirine û pêşmergeyan 5 hummerên wan têk birine.

Rudaw
Top