• Thursday, 19 February 2026
logo

Sîhad Barzanî bersiva Ebadî da: Em tenê guh didin fermana Serok Barzanî

Gulan Media October 15, 2017 Nûçe
Sîhad Barzanî bersiva Ebadî da: Em tenê guh didin fermana Serok Barzanî
Fermandeyekî Pêşmerge dibêje, em bi fermana serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî neçûne Kerkûkê da ku bi fermana wî jî ji wir vekişin.

Ev çend roj in çekdarên Heşda Şeibî û pasdarên Îranê dora Kerkûkê girtine û gefa êrişa li dijî Kerkûk û Pêşmerge dixwin. Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî daxwaz ji Pêşmerge kiriye ji Kerkûkê derkevin.

Fermandeyê hêza piştevaniya yek ya Pêşmerge Sîhad Barzanî, ku bi beşek ji pêşmergeyên xwe ve çûye Kerkûkê, ji rojnamevanan re gotiye, em bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê û fermandeyê giştî yê hêzên Kurdistanê Mesûd Barzanî çûne Kerkûkê û tenê bi fermana wî vedikişin.

Sîhad Barzanî her wiha gotiye, ma em bi fermana Ebadî çûne Kerkûkê ku bi fermana wî jî vekişin.

Basnews
Top