• Thursday, 19 February 2026
logo

PDK û YNKê gefên hêzên Iraqî guftûgo dikin

Gulan Media October 15, 2017 Nûçe
PDK û YNKê gefên hêzên Iraqî guftûgo dikin
Îro yekşemê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm, herdu polîtbîroyên Partiya Demokrat a Kurdistan û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dicivin.

Peyamnêrê K24ê K24 ragihand, di civînê de wê pirsa ewlehiya bajarê Kerkûkê û tevger û gefên Heşda Şeibî li ser wî bajarî û pêşinyrên serokê Iraqê ji bo çarekirina kêşeyan di navbera Hewlêr û Bexdayê de bên gotûbêjkirin.

ev di demekê de, çend roj in li sînorê Kerkûkê hêzên Heşda Şeibî li hember sengerên Pêşmerge tevgerê dikin û Pêşmerge jî ji bo rûbirûbûnê di amadehiyê de ne.

K24
Top