• Thursday, 19 February 2026
logo

Bo parastina Kerkûkê bi hezaran welatiyan çek rakirine

Gulan Media October 15, 2017 Nûçe
Bo parastina Kerkûkê bi hezaran welatiyan çek rakirine
Bo bersivdana gefên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ku xwe ji bo êrişkirina ser Kerkûkê amade kiribe, bi hezaran welatiyên Kerkûkê weke kesên xwebexş çek rakirine û amadekatiya parastina Kerkûkê dikin.

Li gel nêzîkbûna muhleta Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ku saet 02:00ê nîvê şevê ve ew muhlet bi dawî tê, tevî ku bi hezaran hêzên pêşmerge bi hemû cureyên çekan çeper girtine û ji bo egera her êriş û şerekî amade ne, lê belê bi hezaran welatiyên Kurdistanî bo piştgiriya hêzên pêşmerge û bo parastina Kerkûkê, çek rakirine û li ser hemû cade û kolanên bajêr belav bûne.

Ji bilî welatiyên Kerkûkê û Başûrê Kurdistanê, bi dehan welatiyên Kurdistanî yên ji Rojavayê Kurdistanê jî çek rakirine û bo parastina Kerkûkê ji êrişa Heşda Şeibî û hêzên artêşa Iraqê, xwe gihandie vî bajarî.

Welatiyên ku bi awayekê xwebexş bo parastina Kerkûkê çek rakirine, ji Rûdawê re axivîn û gotin, ew dê heta dawî dilopa xwîna xwe berevaniyê li bajarê Kerkûkê ku bi dilê Kurdistanê bi nav kirin, bikin.

Piştî encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlona îsal de, hikûmeta Iraqê ji bilî redkirina referandumê komek biryar li dijî Kurdistanê dan, ku yek ji wan derxistina hêzên pêşmerge li Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanî û kontrolkirina wan ji aliyên hêzên iraqî ve ye.

Ji çend rojên bihorî ve hêzên Heşda Şeibî û Polîsê Federalî hêzeke mezin bi tank û top û zirêhpoşan ber bi başûr û rojavayê Kerkûkê ve livandin û li gundê Beşîr û bajarokê Taze bicih kirin.

Heşda Şeibî û herwiha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaz ji hêzên pêşmerge kirine, ku ji Kerkûkê vekişin, daku ew kontrola firokexaneya serbazî, binkeya leşkerî ya K 1 û bîrên petrolê û herwiha axa parêzgeha Kerkûkê kontrol bikin û bo wê çendê ji pê re 48 demjimêr muhlet ji Herêma Kurdistanê û hêzên pêşmerge re diyar kirin, ku îşev demjimêr 02:00 ev muhlet bi dawî tê.

Ji aliyekê din ve, Herêma Kurdistanê, îdareya parêzgeha Kerkûkê û hêzên pêşmerge daxwazên Heşda Şeibî û Bexdayê bi temamî red kirine û ragihandine, ew li gel destpêkirina şer nînin, lê belê bo her êrişekê ew amade ne ê dû bersiveke tund bidin hêzên iraqî.

Rudaw
Top