• Thursday, 19 February 2026
logo

Parêzgeha Besra gefên ragihandina herêmeka serbixwe kirin

Gulan Media October 15, 2017 Nûçe
Parêzgeha Besra gefên ragihandina herêmeka serbixwe kirin
Civata parêzgeha Besra li başorê Îraqê gefên ragihandina herêmeka serbixwe kirin, ger hikumeta navendî ya Bexdayê şayisteyên darayî yên wê parêzgehê nemezêxe.
Welîd gîtan cîgirê serokê civata parêzgeha Besra ragihand; Besra xwadana pişika mezine ji budceya dewletî ku digehe 80% ji sercemê dahatê Îraqê.
Got jî; Hikumeta navendî li Bexdayê şayisteyên darayî yên wê parêzgehê ji bo demekê dirêje namezêxe, wê yekê jî kartêkirineka mezin li pirojeyên xizmetkarî û sitratîjî kirîye.
Gîtan ragihand jî; Parêzgeha Besra dê ber bi rageihandina herêmeka serbixwe biçe da mafên xweyên darayî bi parêze û got; Hikumeta Bexdayê şayisteyên pitrodolar jî li ser parêzgehê birîne, ku parêzgehê bi wî perey karûbarên xwe birêve dibirin.

Waar.tv
Top