Tirkiye: Nûçeya mirina Ocalan derew e
Li hinek malper û rûpelên înternetî de hatibû belav kirin ku ev demek e rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan di girtîgehê de miriye.
Li ser vê mijarê, serdozgeriya komarê ya bajarê Bûrsayê ragihand, ew nûçe û agahî derew in û yên ku ew nûçe belav kirine dê rastî lêpirsînê bên.
Abdullah Ocalan sala 1999 li Kenyayê hat girtin û ji wê demê ve heta niha di girtîgeha Îmraliyê de ye. Girtîgeha Îmraliyê li nav deryaya Marmara de ye û girêdayî parêzgeha Bûrsa ya Tirkiyê ye.
Basnews
