33 parlamenterên ewropî piştgiriya xwe bo Kurdistanê ragihandin
Parlamenterên Ewropayê di daxuyaniya xwe de pesna helwesta Herêma Kurdistanê bo hewldanên ji bo rûniştin û gotûbêjan kirin û daxwaz ji rayedarên Bexdayê kirin, ku pêşwazî li daxwaza Kurdistanê ya bo danûstandinan bikin û diyalogê red nekin.
Her 33 parlamenterên ewropî yên Koma Dostên Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêjin, ku benda destûrî yên taybet bi asayîkirina rewşa Kerkûkê heta niha nehatiye cîbirîkirin, di demekê de ku diviyabû di dawiya sala 2007ê de bihatiba cîbicîkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de jî, parlamenterên Ewropayê amaje bi wê yekê dikin, ku di havîna sala 2014ê de artêşa Iraqê li hember rêxistina DAIŞê şikest xwar û herifî, lê belê di bin siya Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê de ew navçe bi parastî man û nekevtine destê DAIŞê.
Rudaw
