• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Neynewa hejmarek welatiyên ereb ji aliyê mîlîşyatên Heşda Şeibî ve hatin girtin

Gulan Media October 13, 2017 Nûçe
Li Neynewa hejmarek welatiyên ereb ji aliyê mîlîşyatên Heşda Şeibî ve hatin girtin
Li gor çavkaniyekê ji polîsên Neynewa ragehandî, mîlîşyatên Heşda Şeibî li bajarê Tilkelêf dest bi hilmeteke girtina welatiyên ereb ku, di referanduma serxwebûna Kurdistanê beşdar bibûn kir.

Îro, Pênşemê 12.10.2017 û li gor çavkaniyekê ji polîsên Neynewa ragehandî ku, mîlîşyatên Heşda Şeibî li bajarê Tilkelêf dest bi hilmeteke girtinê 17 kesan ji eşîreta Hedîdî û Cibûr ku, beşdarî di referanduma Kurdistanê de kiribûn girt.

Herwiha li gor heman çavkaniyê ew kesên ku, ji aliyê mîlîşyatên Heşda Şeibî li bajarê Tilkelêfhatine girtin ber bi ciheke ne diyar birin û çarenivîsa wan ne diyare.

Ji aliyê xwe malbatên girtiyan daxwaz ji hikumeta herêma Kurdistanê ku, kar ji bo rizgarkirina revandiyan bikin.

Basnews
Top