• Thursday, 19 February 2026
logo

Şevê din li Kerkûkê çi çêbû?

Gulan Media October 13, 2017 Nûçe
Şevê din li Kerkûkê çi çêbû?
Şeva derbasbûyî, ji ber liv û tevgera hêzên Iraqê li nîzîk çeperên pêşmerge li navçeyên derdora Kerkûkê, hêzêke zêde yê pêşmergeyan di amadebaşiyê de bûn. Peyamnêrê Rûdawê jî ragihand, ku heta sibê jî metirsî li ser Kerkûkê hebû.

Peyamnêrê Rûdawê li Kerkûkê Helkeft Ezîz ragihand, “Heta danê sibê ya îro (13-10-2017), hêzên pêşmerge li Kerkûkê di amadebaşiyê de bûn. Metirsî û gefeke mezin li ser Kerkûkê hebû. Hêzên Iraqî û bi taybetî jî Heşda Şeibî li başûrê Kerkûkê, li gundê Beşîr û navçeya Taze liv û tevger dikirin.”

Bi gotina peyamnêrê me, hêzên Iraqê tenê çend kîlometreyekî dûrê çeperên pêşmerge bûne û dihate gotin, ku ji bo êrîşa ser Kerkûkê li benda “demjimêr sifir” bûne.


Ji ber hatina hêzên Iraqê bi hezaran pêşmerge bi tevê çekên giran li ser sînorê Kerkûkê hatine bicîhkirin. Herwiha di nava bajêr de jî hêzeke zêde ya polîs û asayîşê, li hember her egerekî amade bûn.

Peyamnêrê me da zanîn, ku Heşda Şeibî û hêzên Iraqê xwestine beşek ji bîrên petrolê û firokexaneya Kerkûkê desteser bikin, ku berî jî ji bo vê yekê plan dariştine lê ji ber hatina hêzêke zêde ya pêşmergeyan, ev plana xwe dane sekinandin.

Derbarê rewşa navçeya Xurmatû, peyamnêrê me got: “Xurmatû dikeve sînorê Kerkûkê, Heşda Şeibî gefan li malbatên kurd dixwin û ji wan dixwazin malên xwe vala bikin. Ji ber vê jî heta niha 20 malbatên taxa Eskerî malên xwe bicîh hiştine.”






Berpirsê Bazineya Hemrînê ya YNKê Mele Kerîm ji Rûdawê re ragihand: “Em naxwazin şer û alozî çêbibe lê eger tevgereke wiha hebe em amade ne bersivê bidin.”

Berpirsê Encûmena Serkirdetiya PDKê li Kerkûk û Germiyanê Selah Delo jî got: “Eger Bexda şer bifiroşe me, emê bi neçarî xwe biparêzin.”


Piştî liv û tevgera hêzên Iraqî ya ser sînorên Başûrê Kurdistanê, hêzên pêşmerge jî xwe ji bo her egerekî xwe amade kirin.

Şeva derbasbûyî (13-10-2017) hêzên pêşmerge li seranserê sînorên Kurdistanê, bi taybetî jî li Kerkûkê di amadebaşiyê de bû.

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl û fermandarên pêşmerge heta sibê jî serpereştiya rewşê dikirin.

Rudaw
Top