Serok Barzanî cejna cemayê li hemû Êzdiyên Kurdistan û cîhanê pîroz kir
Bi helkefta cejna cemayê, pîrozbahiyeke germ pêşkêşî hemû Êzdiyên Kurdistan û cîhanê dikim.
Kurdên Êzdî herdem şanaziyê bi kultûr û helwesta netewayetî û Kurdistaniyê ve dikin û bi navê wê da xebatê kirine û qurbaniyê dane û li referandûma 25 ê Eylûlê da jî carekî din wê yekê we ji bo hemû aliyek daxuyakirin ku çi hêzek nikarê we ji gelê Kurdistanê veqetîne û ji bo wê helwesta we ya niştîmanî destxweşiyê li we we dikim.
Hêvîdarim cejna cemayê û hemû helkeftên we yên olî xweşiyê ji bo we vegerîne û bi gur û tînekî zêdetir, xizmeta gel û welat û ola we bike.
Mesûd Barzanî
12.10.2017
