• Thursday, 19 February 2026
logo

Frakisyona PDKê biryarda ne vegere Bexdayê

Gulan Media October 11, 2017 Nûçe
Frakisyona PDKê biryarda ne vegere Bexdayê
Frakisyona Parta Demokrata Kurdistanê biryarda ne vegere Bexdayê û ragihand;Ta hikumeta Îraqê li biryarên xwe nezivire ew na vegerin Bexdayê.
Rênas Cano peyivdarê frakisyona partî got: Hikumeta Îraqê li ser derxistina biryarên dijî Herêma Kurdistanê berdewame û frakisyona wan jî biryarda ta hikumeta Îraqê pêdaçûnê di biryarên xwe da neke, ve negerin Bexdayê.
Got jî: Ev biryare di civina ya frakisyona wan da li Hewlêrê hat dayîn û ew tekezê li helwêstê hemû frakisyonên Kurdistanî li Bexdayê diken û pêdivîye wan jî helwêstê xwe hebe.

Waar.tv
Top