• Thursday, 19 February 2026
logo

Keçên şervan şoreşekî mezin kirin

Gulan Media October 11, 2017 Nûçe
Keçên şervan şoreşekî mezin kirin
Îro “Roja Cîhanî ya Keçan” e. Li çar parçeyên Kurdistanê jî keçên kurd mil bi milê zilaman, ji bo bidestxistina mafên gelê kurd têdikoşin. Keçên kurd bi tekoşîna xwe jî li cîhanê deng vedane û bûne payeberz. Herwiha wan bîr û hizrên civaka kurd jî veguhertin.

Li Rojava û Bakûrê Kurdistanê, bi hezaran şervanên keç şer dikin, li Başûr û Rojhilat jî bi sedan keç di nava refên pêşmerge de ne û xebatê dikin.

Di nava şoreşên Kurdistanê û desthilatê de herdem ke û jinên kurd roleke bi bandor lîstine. Niha jî di nava refên pêşmerge, gerîla û şervanan de roleke diyar a keçan heye û çendîn yekîneyên wan ên taybet hene.

Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ya Rojavayê Kurdistanê, di Nîsana sala 2013ê de yekemîn kongreya xwe ya weke hêzêkî çekdar a fermî ya berevaniyê ragihand. Di nava vê hêzê de nêzîkî 7 hezar keç û jin cîh digrin.

Li Başûrê Kurdistanê jî nêzîkî 2 hezar pêşmergeyên jin hene, ku ew jî di parastina xaka welat de erkekî giring hildane ser milê xwe.

Di nava partiyên çekdar ên Rojhilatê Kurdistanê de jî hejmareke berçav a keç û jinan hene. Ew jî mil bi milê pêşmergeyên zilam xebata çekdarî dikin.

Herwiha di nava rêxistina çekdarî ya PKKê de jî jin di bin navê Yekîneyên Jinên Azad YJA-Star xwe birêxistin dikin.

Bi taybetî di dema şerê li dijî DAIŞê de, li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, berxwedan û çalakiya keçên kurd di cîhanê de olan da. Gelek şervanên keç şehîd bûn û canê xwe kirin gorî. Ev yek bû sedem, ku hêzên hevpeymaniya navdewletî zêdetier pişta xwe bidin hêzên kurdî.

Keçên şervan dibêjin, tekoşîna wan gelek tabûyên paşverû yên civaka Kurdistanê guhertiye.

Rudaw
Top