• Thursday, 19 February 2026
logo

Ebadî li dijî Kurdistanê çend biryarên nû derxist!

Gulan Media October 9, 2017 Nûçe
Ebadî li dijî Kurdistanê çend biryarên nû derxist!
Di civîna Civata Ewlekariya Nîştîmanî ya Iraqê de, ku bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hate kirin, li ser torên peywendiyên telefonan, navçeyên nakok û karmendên ku di referandûmê de deng bikar anîne, biryarên nû hatine wergirtin.

Di daxuyaniya Civata Ewlekariya Nîştîmanî ya Iraqê de hatiye gotin: “Divê torên telefonan bikevine bin desthilata hikûmeta navendî û veguhezine Bexdayê.”

Herwiha Civata Ewlekariya Nîştîmanî ya Iraqê dibêje: “Ji bo herêmên nakok careke din bikevin bin kontrola hikûmeta navendî divê gavên nû werin avêtin.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Pêwîste li hember wan fermanber û karmendên di giştpirsiyê de deng bikar anîne, rêkarên yasayî werin kirin.”

Civata Ewlekariya Nîştîmanî ya Iraqê biryar da ji bo girtina sînoran pêdaçûn were kirin û tê gotin: “Divê hemû cure danûstandinên bazirganî û datayên wan bikevine bin desthilata hikûmeta Iraqê.”

Rudaw
Top