Amerîka pêşwazî li operasyona Idlibê dike
Li gor rêkeftina navçeyên kêmkirina şer a di navbera Tirkiye, Rûsya de, grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê duh dest bi operasyona kontrolkirina Idlibê ji destê grûpa Heyet Tehrîr El-Şamê kirin.
Herwiha duh, Serokerkanê Tirkiyê Xelûsî Akar ligel şandeke bilind ku ji Şêwirmendê MÎTê Hakan Fîdan, Serokê Hêzên Bejahî Yeşar Guler û Serokê Hêzên Deryayî Hesen Kocek pêk dihat li navçeya Rîhanyê civiyan û dawî pêşhatên operasyona Idilbê gotûbêj kirin, herweha rewşa li ser sînor û yekîneyên serbazî şopandin.
Wezareta Bergîriyê ya Amerîkayê (Pentagon) di daxuyanyekê de, pêşwazî li gava Tirkiyê kir û got: “Pentagon piştevaniya Tirkiyê wek hevpeymaneke di NATO de dike, ji bo parastina sînorê xwe ji teroristan.”
Ji aliyê xwe ve, grûpa Heyet Tehrîr El-Şamê (Cebhe El-Nusra berê û baskê Qaide li Sûriyê) ji ber destpêkirina operasyona li Idlibê hişyariyê da Tirkiye û grûpên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike û got: “Hatina Idlibê ne seyran e, dê rûbirûyî bereyeke dijwar bibin.”
Di civîna Astana 6 de, Rûsya, Tirkiyê li ser avakirina “Herêmên kêmkirina şer” li Idlibê li hev kirin. li gor wê rêkeftinê, parastina derveyî Idlibê ji erkê Rûsyayê ye û parastina hundir jî ji erkê Tirkiyê dibe.
K24
