• Friday, 20 February 2026
logo

60 welatiyên Kurd di navbera Efrîn û Helebê de hatin revandin

Gulan Media October 7, 2017 Nûçe
60 welatiyên Kurd di navbera Efrîn û Helebê de hatin revandin
Çekdarên her du bajarokên Nubil û Zehra yên Şîenişîn zêdetirî 60 welatiyên Kurd li ser riya Heleb - Efrînê direvînin.

Li gor zanyariyên K24ê re ji duh ve grûpên çekdar ên bajarokê Nubil û Zehra rêbend li nêzîkî gundê Mayirê li ser riya Heleb – Efrîn danîne û zêdetirî 60 welatiyên Kurd revandine û revandina welatiyan heta niha jî berdewam e.

Li gor zanyariyên Bilo, ku hin welatiyên Nubil û Zehra di zîndanên asayişa Efrînê de girtî ne, ev grûpên çekdar jî welatiyên Efrînê direvînin û bi wan bazara berdana wan girtiyan dikin.

Nubil û Zehra du bajarokên Şîe ne 35 K.m li başûrê Efrînê li ser riya Heleb – Efrînê dikevin. Gelek caran jî welatiyên Efrînê dibin sedema nakokiyên di navbera her du aliyan de.

Basnews
Top