Polîseke kurd li Xurmatû hate kuştin!
Berpirsê ragehandina qaymeqamiya qeza Xurmatû Mihemed Fayêq ji BasNewsê re ragehand, şeva borî 06.10.2017ê polîsê kurd ê bi navê Samî Ehmed dema ku dinav erdê xwe de ye, ku 500 metreyan li mala wî dûre hate kuştin.
Mihemed Fayêq ragehand, Samî Ehmed temenê wî 42 sale û bi sê guleyan hatiye kuştin. Derbarê bûyerê de polîs dest bi lêkolînê kiriye.
Li Xurmatû çend grubek milîsên heşdî şeibî hene, ku berdewam dijatiya hemwelatiyên kurd, tirkmen û erebên sunne dikin.
Basnews
