Balyozê Iraqê li Enqerê gefa bikaranîna hêza serbazî li dijî Kurdistanê xwar
Balyozê Iraqê li Tirkiyê Hîşam Elî Ekber Elewî duh ji medyaya Tirkiyê re behsa wê yekê kiriye ku Tirkiye û Iraq dê bi hev re li dijî serxwebûna Herêma Kurdistanê bisekinin û êdî Enqere dê yekser bi Bexdayê re bide û bistîne.
Hîşam Elî Ekber Elewî behsa girtina deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl-Xabûr jî kiriye û gotiye, Iraq û Tirkiye dê deriyekî din vekin û bo girtina wî deriyê sînorî jî pêwîst bike Iraq dê hêza serbazî bikar bîne.
Daxuyaniya sefîrê Iraqê li Enqerê di demekî de tê dayîn ku serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ragihandiye, dê bo mijara referandoma serxwebûna Kurdistanê di demek nêzîk de serdana Bexdayê bike.
Basnews
