Berpirsê Iraqî: Pêçana tabûta cenazeyê Mam Celal bi ala Kurdistanê bêrêzî ye
Casim Mihemed Ceifer ku serkirdeyekî Hevpeymaniya Dewleta Yasa ye, ji medyaya Iraqê re ragihand, ku bi axsipartina Serokomarê Berê yê Iraqê Celal Talebanî bi pêçana Ala Kurdistanê "xiyanet e ji Iraqê re û bêrêzîkirin e li dijî mezinahiya yekîtiya Iraqê û beşdarên ereb û navdewletî.” Herwiha got: “Ev karê hevjîna wî - ruhê wî şad be - Hêro Îbrahîm Ehmed e û cihê qebûl kirinê nîne. Bi vêya jî rûyê rasteqîn a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê derxist û îsbat kir ku li gel cihêbûn û referandumê ne.”
Serkirdeyê Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya bi serokatiya Nûrî Malikî, Casim Mihemed Ceifer herwiha got: “Ev peyameke bi qestî û berfireh e, ji aliyê siyasî ve jî peyameke rasterast e. Loma divê ji vê aliyê ve serederî li gel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê were kirin weke partiyeke piştevana referandumê û cihêbûna ji Iraqê. Ev jî berevajî wê yekê derxist ku serkirdayetiya vê partiyê bangewazî dikirin û li hember hemû cîhan rûyê xwe yê rasteqîn aşkere kirin.”
Herwiha ji ber nebûna ala Iraqê li ser termê Mam Celal, hin televîzyonên Erebî weşana merasîmê qut kirin û dîmenên bi axsipartina termê wî, dan rawestandin.
Rudaw
