Pentagon: Alîkariyên ji bo pêşmerge dê berdewam bikin
Berdevkê Pentagonê Erîc Pahon ji Al,Monitor re axivî û ragihand, ku rêkeftina di navbera Wezareta Berevanî ya Amerîkayê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de di Tîrmeha 2017ê de bidawî bû.
Pahon da zanîn, ku alîkariya dawîn a Pentagonê ya ji bo pêşmerge jî pereyê meaşan bûye û ew jî di destpêka Îlonê de hatiye dayîn.
Berdevkê Pentagonê da zanîn, ku mijara giştpirsiyê bandorê li ser peywendiyan nake û eger rêkeftina alîkariyê ya di navbera alîyan de neyê nûkirin jî dê Pentagon alîkariyên xwe berdewam bike.
Erîc Pahon got: “Pentagon dê di warê ewlekarî, rahênan û dabînkirina çekan de alîkariyên xwe yên ji bo pêşmerge berdewam bike.”
Roja 13ê Tîrmeha 2017ê, bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di navbera Wezîrê Navxwe û Wezîrê Pêşmerge bi wekalet Kerîm Şingalî û Alîkara Wezîrê Berevanî ya Amerîkayê Elîsa Slotkîn de protokola leşkerî hatibû îmzekirin.
Li gorî vê protokolê Amerîkayê alîkariya leşkerî û darayî pêşkeşî Hêzên Pêşmerge kir. Hêjayê gotinê ye, ku ev yekemîn protokola fermî ya di navbera Amerîka û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bû.
Rudaw
